Numan Kurtulmuş: Em dixwazin pirsgirêk bi temamî bên çareserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê ragihand: Em girîngiya pêvajoya demokratîk û dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêkan tekez dikin, herwesa em dixwazin ku pirsa Kurdan di zûtirîn dem de û bi awayekê herdemî li Tirkiyeyê bê çareserkirin.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş îro (Sêşem, 24ê Sibata 2026ê) di konferanseka rojnamevanî de ragihand: Ez hêvîdar im ku pêşniyarên me ji bo çareserî û demokrasiyê di demeka kurt de bikevin nav rojeva partiyên siyasî, û di dû re di civîna giştî ya parlamentoyê de ji bo derxistina qanûnên pêdivî nîqaş li ser bê kirin.
Numan Kurtulmuş amaje jî da ku, pirsa tundûtûjî û terorê bandoreka neyînî ya zêde li ser 50 salên jiyê komarê kiriye. Em dixwazin ku êdî ev rewş bidawî bibe û em naxwazin bi tu rengan vegerin rojên borî.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê spasiya hemî partiyên siyasî yên Tirkiyeyê kir û tekez kir ku, serkeftina demokrasiya Tirkiyeyê serkeftina hemiyan e.