DAIŞ’ê li Dêrezorê êrîşî du xalên ewlehiyê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Ligel zêdebûna liv û tevgera rêxistina DAIŞê, du xalên ewlehiyê li bajarokên Baxoz û Soseyê yên li gundewarê Dêrezorê bûn armanca êrîşan.
Li gorî zanyariyên destpêkê, çekdarên nenas ku tê guman kirin endamên "şaneyên razayî" yên DAIŞê bin, êrîşî xaleke kontrolê ya Hêzên Asayîşa Navxweyî li Baxozê û navendeke ewlehiyê li bajarokê Soseyê kirin. Heya niha derbarê ziyanên canî û madî de ti amarekî fermî nehatiye weşandin.
Di hefteyên dawî de operasyonên DAIŞê li navçeyên cuda yên rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li Dêrezor û Reqayê zêde bûne. Çavdêr balê dikşînin ser wê yekê ku ev êrîş piştî peyama dengî ya Berdevkê DAIŞê (Ebû Huzeyfe El-Ensarî) hatin ku tê de daxwaz ji şaneyên rêxistinê kiribû ku li herêmê çalak bibin.
Berpirsê Ofîsa Karûbarên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed roja Duşemê 23ê Sibatê ji Kurdistan24ê re got, Kampa Holê metirsiyeke mezin li ser ewlehiya herêmê û civaka navdewletî bû, lê piştî valakirina wê, malbatên DAIŞê li seranserê Sûriyeyê belav bûne.
Şêxmûs Ehmed derbarê amara malbatên li kampa Holê de got: "Berî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji kampê vekişe, bi giştî 7 hezar malbat tê de bûn ku hejmara wan digihîşt 24 hezar kesan."
Ehmed hişyarî da ku niha bi belavbûna van malbatan re, metirsiyeke giran a ewlehiyê li hemû xaka Sûriyeyê belav bûye û tenê beşeke kêm a wan kesan bo kampa Ak Burhan a li bakurê Helebê hatine veguhastin.