Parêzgariya Helebê berpirsekî nû ji bo herêma Efrînê destnîşan dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgariya Helebê duh 24ê Sibata 2026an, Xêro Elî Dawûd wekî berpirsê nû yê herêma Efrînê destnîşan kir.
Bi vê biryarê, Xêro Elî Dawûd cihê Mesûd Betal ku Kurdekî bajarê Qamişloyê ye digire, ku di meha Nîsana sala 2025an de wekî berpirsê îdarî yê herêma Efrînê hatibû diyarkirin.
Xêro Dawûd kî ye?
Li gorî zanyariyên ku Parêzgariya Helebê belav kirine, hûrgiliyên derbarê jiyan û ezmûna berpirsê nû yê Efrînê bi vî rengî ne:
- Di sala 1993an de li Helebê jidayik bûye û bi eslê xwe ji gundê Burj ê herêma Babê ye.
- Niha li Zanîngeha Idlibê xwendekarê Fakulteya Zanistên Siyasî ye.
Guhertina di rêveberiya îdarî ya Efrînê de di demekê de tê, herêm di nav qonaxeke nû ya îdarî û siyasî re derbas dibe, bi taybet piştî rêkeftina di navbera HSD û Şamê de. Tê çaverêkirin ku Dawûd di demeke nêz de dest bi erkê xwe yê nû bike.