Hikûmeta Herêma Kurdistanê dema daxistina cezayên trafîkê dirêj kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşawa Hewramanî ragihand, Encûmena Wezîran biryar daye, lêborîna %20 a cezayên trafîkê heta 30ê Hezîrana 2026an were dirêjkirin.

Hewramanî îro 25ê Sibata 2026an ji Kurdistan24ê re aşkere kir, di civîna îro ya Encûmena Wezîran de çendîn biryarên girîng hatine girtin. Derbarê mûçeyan de jî wî got: "Ji roja 23ê vê mehê ve, me lîsteya mûçeyan û bîlançoya çavdêriyê ya meha borî ji Wezareta Darayî ya Iraqê re şandiye."

Mijareke din a sereke ya civînê pêvajoya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de bû. Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl diyar kir, pêngavên baş hatine avêtin û yekxistina hêzên Pêşmerge li ser rêyeke rast berdewam dike.

Da zanîn jî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de tekezî li ser piştgiriya xwe ya tam ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge kir û destnîşan kir ku ev yek ji bo aramiya herêmê giring e.

Berdevkê Hikûmetê bal kişand ser rewşa aborî ya navxweyî û aşkere kir: "Dahata navxweyî bi rêjeyeke zêde kêm bûye; bi taybetî dahata gumrikan bi rêjeya %60 daketiye."

Derbarê peywendiyên li gel hikûmeta federal û mafên darayî yên Herêmê, Pêşawa Hewramanî wiha axivî: "Niha ligel hikûmeta federal a heyî, em tenê dikarin li ser mûçeyan gotûbêjan bikin. Lê piştî ku hikûmeta nû ya federal pêk hat, em ê li ser pişka budçeyê û hemû mafên darayî yên Herêmê gotûbêjan bikin. Mafê salane yê Herêma Kurdistanê di budçeya giştî ya Iraqê de 22 trîlyon dînar e, di dema ku Herêmê tenê ji bo mûçeyan salane pêdivî bi 14 trîlyon dînarî heye."

Herwiha Hewramanî destnîşan kir, di vê demê de tu biryar nîn e ku şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê biçe Bexdayê, lê me ji hikûmeta federal re gotiye ku ji bo yekalîkirina nîqaşên li ser dahatên ne-neftî, kengî hûn amade bin, wê demê şanda Herêma Kurdistanê ji bo dayîna ronîkirinan li ser dahatên ne-neftî amade ye."

Derbarê mûçeyên mûçegiranên Herêma Kurdistanê de jî, Pêşawa Hewramanî got: Hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê li gorî rêkeftinan berdewam e; lîsteya mûçeyan û daxwaza şandina mûçeyan ji Bexdayê re hatiye şandin û çi rêkareke din a pêwîst hebe, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo cîbicîkirina wê amade ye.