Konferanseke taybet li Parlamentoya Ewropayê li ser Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê tê lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) - Parlamentoya Ewropayê îro, bi tevlîbûna Hevseroka Nivîsîngeha Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, endamekê Şandeya Îmraliyê û Fermandara Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ), di rûniştineke taybet de dê hûrgiliyên peymana di navbera HSD û Şamê de û astengiyên li pêşiya pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê nîqaş bike.
Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê Barzan Hesen, Parlamentoya Ewropayê îro (Çarşem, 25ê Sibata 2026ê) dê mêvandariya konferanseke taybet bike, ku rewşa Rojavayê Kurdistanê, têkiliyên di navbera HSD û Şamê de û pêvajoya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê bi berfirehî tê de bên nîqaşkirin.
Ev civîn ji aliyê Koma Hevpeymaniya Sosyalîst û Demokratan li Parlamentoya Ewropayê ve hatiye rêkxistin, û gelek kesatiyên siyasî û leşkerî yên Kurd ên navdar dê tevlî wê bibin û dê gotaran pêşkêş bikin.
Sê kesatiyên navdar dê di vê civînê de li ser mijarên hestyar ên deverê biaxivin. Yek ji wan jî Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed e, ku biryar e hûrgiliyên danûstandin û peymanên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de pêşkêş bike. Herwesa ew dê balê bikişîne ser bizavên siyasî ji bo vedîtina çareseriyeke aştiyane û bidawîkirina krîza Sûriyeyê.
Endamê Şandeya Îmraliyê û siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Mithat Sancar jî dê li ser rewşa pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê biaxive. Ew dê wan astengiyan şirove bike yên ku li pêşiya destpêkirina danûstandinan di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hikûmeta Tirkiyeyê de çê bûn û dê rêyên çareseriyê jî pêşkêş dike.
Her di wê konferansê de, Fermandara Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Rohilat Efrînî jî dê li ser tevlîbûna hêzên HSDê bi artêşa Sûriyeyê re û bandora wê li ser rewşa ewlehiyê ya deverê biaxive. Herwesa ew dê rola jinan di guhertinên siyasî û leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê de jî bilind binirxîne.
Ev konferans di demekê de tê lidarxistin ku, dever di qonaxeke hestyar a guhertinan re derbaz dibe. Herwesa tê payîn ku, encamên van hevdîtinan bandorê li siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê li beranberî doza Kurdan li Sûriye û Tirkiyeyê bike.