Li Wan û Şirnexê ji ber berfê rêyên 400 gundan hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgehên Wan û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber barîna berfê ya dijwar û bagera ku şeva borî dest pê kiribû, jiyan bi giranî hate astengkirin. Li gorî zanyariyên herî dawî, rêyên nêzîkî 400 tax û gundan hatine girtin û li her du bajaran navber hate dayîn perwerdeyê.
Piştî hişyariyên Rêveberiya Keşûhewayê, barîna berfê şeva borî dest pê kir û heta saetên sibehê bi navber berdewam kir. Li navendên bajaran stûriya berfê ji 20 santîmetreyan derbas bû.
Li Wanê 390 gund û tax bê rê man
Li gorî amaran, li parêzgeha Wanê ji ber şert û mercên xirab ên keşûhewayê, rêyên 166 tax û 224 gundan (bi giştî 390 cih) hatin girtin.
Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo vekirina rêyan dest bi xebateke berfireh kirin. Şaredariyê bi 600 karmend û 240 wesayîtên berfpaqijkirinê li seranserê parêzgehê dest bi operasyona paqijkirina rêyan kiriye.
Li Şirnexê dibistan hatin girtin
Li Şirnexê jî barîna berfê bandoreke giran li çûnûhatinê kir. Bi taybetî li navçeyên Qilaban û Elkê rêyên bi dehan gund û gundikan hatin girtin.
Ji ber berf, qeşa û metirsiya bagerê, li her du parêzgehan (Wan û Şirnex) biryar hate girtin ku dibistan ji bo rojekê werin girtin.