Nêçîrvan Barzanî û Şeybanî tekeziyê li ser parastina aramiya herêmê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 28ê Sibatê peywendiyeke telefonî ji Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es’ed Şeybanî wergirt.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Di vê peywendiyê de, pêşhatên herî dawî yên ewlehiyê yên li navçeyê û bandora wan a li ser ewlehî û aramiya herêmî hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser giringiya xurtkirina hevahengiya herêmî û navdewletî kirin ji bo parastina ewlehiya herêmê.

Serê sibêya îro 28ê Sibata 2026an, Amerîka û Îsraîlê êrîşên asmanî li ser Îranê dest pê kirin û di encamê de çend serkirdeyên welat hatin kuştin.

Di bersivê de Îranê zû bersiva wan êrîşan da û tevî avêtina hejmarek mûşekan ber bi Îsraîlê ve, çendîn bingeh û baregehên leşkerî yên Amerîkayê li welatên herêmê kirin armanc.