Balyozxaneya Amerîkayê li Enqereyê haydariyek da welatî û karmendên xwe
Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Enqerê ji karmendên xwe yên dîplomatîk re fermanek daye ku, ji ber fikarên ewlehiyê ji sefera bo 22 bajarên Tirkiyeyê dûr bisekinin. Wê daxuyaniyê herwesa bal kişand ser zêdebûna rageşiyê û xetereyên ewlehiyê yên potansiyel li herêmê jî.
22 bajarên ku di hişyariya seferê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de cih digirin ev in: Edene, Semsur, Batman, Çewlig, Bedlîs, Dîyarbekir, Elezîz, Dîlog, Colemêrg, Hatay, Mersin, Kilis, Mereş, Meletî, Merdîn, Mûş, Osmaniye, Sêrt, Riha, Şirnex, Dersim û Wan.
Daxuyaniya balyozxaneya navbirî xeterên ewlehiyê yên zêde li herêmê nîşan dan û daxwaz kir ku, karmendên Dewletên Yekbûyî ji sefera bo van bajaran dûr bisekinin heya ku bi tevahî ne hewce be.
Her wiha wê şîret kir ku ji deverên qerebalix û xwenîşandanan dûr bisekinin. Karbidestan destnîşan jî kir ku, tewra xwenîşandanên aştiyane jî dikare zû ji kontrolê derkeve û pêşketin bi baldarî têne şopandin.
Ev daxuyanî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha duhî (Şemî, 28ê Sibata 2026ê) bi hev re êrîşî axa Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xameneyî û gelek serkirdeyên bilin ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de jî, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.