Odeya Operasyonan a Hewlêrê bi çavdêriya Parêzgarê Hewlêrê civiya
Navenda Nûçeyan (K24) - Odeya Operasyonan a Parêzgeha Hewlêrê, ji bo parastina ewlehiya welatiyan û rêkxistina rêkarên ewlehiyê, bi çavdêriya parêzgarê Hewlêrê civiya û tekez li ser zêdekirina bizavan ji bo rûbirûbûna her îhtîmal û krîzekê kir.
Odeya Operasyonan a Parêzgeha Hewlêrê îro (Yekşem, 1ê Adara 2026ê) bi çavdêriya Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ji bo nîqaşkirina rewşa giştî û şopandina pêşketinan li Nivîsîngeha Parêzgeha Hewlêrê civiya.
Di wê civînê de amade, Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê, Qayimqamê Qezaya Navendî, Serokê Şaredariyê, Birêvebirê Giştî yê Tenduristiyê, Birêvebirê Polîsan, Polîsên Trafîkê, Zêrevanî, Berevaniya Şaristanî, Serokê Şaxa Hewlêrê ya Heyva Sor a Iraqê, nûnerê Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê, Asayîşa Westehan, birêvebirên karûbarên navxweyî û krîzên parêzgehê û çavdêriya bazirganiyê jî amade bûn.
Parêzgarê Hewlêrê destxweşî li tevahiya hêzên ewlehiyê kir, ji ber hevkarî û hevahengiya wan bi hev re di parastina ewlehî û tenahiya Hewlêrê, ser û mal û canê welatiyan, berqerarkirina qanûnê û jiholêrakirina diyardeyên neşaristanî û nepenî û wan karên ku di dema borî de kirine, herwesa pesnê bizav û westiyana hemî hêzan jî kir.
Omêd Xoşnaw tekez li ser pêdivîtiya pêşxistina hevkariyê di navbera Navenda Krîzan, Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê û Heyva Sor a Iraqê de kir, ji bo rûbirûbûna krîzan û pêşkêşkirina xizmetkariyên mirovî, herwesa hevahengiya wan bi Berevaniya Şaristanî û dezgehên din re jî pêdivî dît.
Di pareke din a wê civînê de, komîteyên qayimqamiyê û çavdêriya bazirganiyê hatin erkdarkirin ku li ser çavdêrîkirina sûkê û bicihanîna rêkarên pêdivî li dijî binpêkeran û şopandina rewşa embaran û dabînkirina pêdivîtiyên welatiyan berdewam bin.
Di dawiyê de, tekez li ser xurtkirina hevahengiya di navbera hemî yekîneyên îdarî û ewlehiyê de ji bo bicihanîna erkên wan hat kirin.