Hikûmeta Libnanê hemû çalakiyên serbazî yên Hizbullahê qedexe dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Lubnanê hemû çalakiyên serbazî yên Hizbullahê qedexe kirin û daxwaz jê kir ku çekên xwe radestî dewletê bike.

Serokwezîrê Libnanê Nawaf Salam îro 2ê Adarê piştî civîna hikûmetê ya li Koşka Serokatiyê, naveroka biryarê ji medyayê re eşkere kir.

Serokwezîrê Libnanê ragihand, divê karên Hizbullahê tenê di çarçoveya siyasî de sînordar bimînin; ji ber ku çalakiyên wê wek "derketina ji yasayê" tên hejmartin.

Nawaf Salam red kir ku hikûmeta welatê wî ti cure karên serbazî yan ewlehî yên li ser axa Libnanê qebûl bike, bi taybetî ew karên ku li derveyî saziyên şerî û fermî yên dewletê tên kirin.

Di vê çarçoveyê de, Serokwezîrê Libnanê daxwaz ji dezgehên ewlehî yên welatê xwe kir ku rêkarên tund û pêwîst bigirin, da ku rê li ber her êrîşekê bigirin ku ji axa Libnanê ve were kirin.

Derbarê rewşa şer û aloziyan de, Nawaf Salam pabendbûna welatê xwe bi ragihandina "rawestandina karên dijminane" û destpêkirina danûstandinan tekez kir.

Ev yek di demekê de ye, Hizbullaha Libnanê îro di daxuyaniyekê de eşkere kir ku bi komek mûşek û dronan êrîşî bingeha "Mishmar HaCarmel" a li başûrê bajarê Heyfayê yê Îsraîlê kiriye.

Hizbullahê bal kişand ser wê yekê ku ev êrîş "wek tolhildana xwîna Îmam Xameneyî û ji bo parastina Libnan û gelê wê" hatiye kirin. Her wiha tekez kir jî, "berdewamiya êrîşên Îsraîlê û terorkirina serkirde û ciwanên me, mafê temam dide me ji bo berevanî û bersivdayînê."

Li hemberî van êrîşan, artêşa Îsraîlê ragihand ku wan pêleke nû ya êrîşên asmanî li ser gelek deverên cuda yên di nav axa Libnanê de dest pê kiriye, wek bersivek ji bo mûşek û dronên ku ber bi bakurê Îsraîlê ve hatine avêtin.