Trump hêrsa xwe ji Serokwezîrê Brîtanyayê nîşan da

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîneke rojnamevanî de ligel rojnameya "Telegraph" ragihand, ew pir ji Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer aciz e; ji ber ku wî dereng destûr daye hêzên Amerîkayê ku bingeha 'Diego Garcia' ji bo êrîşkirina ser Îranê bikar bînin.

Trump îro 2ê Adarê bal kişand ser wê yekê ku redkirina destpêkê ya Starmer ji bo destûrdana operasyonên Amerîkî li wê bingeha stratejîk a di nav Okyanûsa Hindî de, di dîroka peywendiyên her du hevalbendan de bêwêne bûye.

Serokê Amerîkayê di wê baweriyê de ye, Serokwezîrê Brîtanyayê ji ber bingehên yasayî yên êrîşa ser Îranê nîgeran bûye, lewma zû destûr nedaye hêzên welatê wî ku bingeha serbazî bikar bînin.

Li gorî rojnameya "Telegraph", Starmer hîn jî destûr nedaye hêzên Brîtanyayê ku rasterast beşdarî êrîşên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê bibin.

Serê sibêya roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026an, Amerîka û Îsraîlê operasyoneke berfireh a serbazî li dijî Îranê ragihandin û bi zêdetirî 100 firokeyên şer, Tehran û çendîn bajarên din ên wî welatî bombebaran kirin.

Donald Trump jî heman rojê danê êvarê di daxuyaniyekê de kuştina Elî Xameneyî ragihand. Serê sibêya roja Yekşemê, 1ê Adara 2026an jî, medyayên fermî yên Îranê ev nûçe piştrast kirin.

Berpirsên Îsraîlê dibêjin, di çarçoveya operasyonê de ji bilî Xameneyî, bi dehan berpirsên din ên bilind ên siyasî û serbazî yên Îranê kuştine. Tekez jî kirine ku êrîşên wan ên asmanî dê heta wê dema ku pêwîst be berdewam bikin.