Wezareta Navxwe rêkarên nû bo vegerandina welatiyên li derveyî welat asê mane ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, Nivîsîngeha Têkiliyên Derve karî razîbûna welatê Tirkiyeyê bi dest bixe, ji bo wergirtina vîzeyên transîtê ji bo dema pênc rojan ji bo welatiyên xwe li her cihekî li derveyî welat bin, da ku bikarin bi awayekî transît bên welatê Tirkiyeyê û di dû re vegerin Herêma Kurdistanê.
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 2ê Adara 2026ê) ragihand ku, Wezareta Navxwe Nivîsîngeha Têkiliyên Derve ji bo wergirtina rêkarên pêdivî ji bo wan welatiyên ku li derve nekariye vegerin Herêma Kurdistanê erkdar kir.
Wezareta Navxwe eşkere jî kir ku, Nivîsîngeha Têkiliyên Derve karî razîbûna welatê Tirkiyeyê bi dest bixe, ji bo wergirtina vîzeyên transîtê ji bo dema pênc rojan ji bo welatiyên xwe li her cihekî li derveyî welat bin, da ku bikarin bi awayekî transît bên welatê Tirkiyeyê û di dû re vegerin Herêma Kurdistanê.
Ji bo ku hûn ji vê hêsankariyê feydeyî werbigirin, ji kerema xwe pêngavên jêrîn bişopînin:
• Li destpêkê forma serxet (online) ji bo alîkariyê dagirin. Heke pirsên we hebin, ji kerema xwe bi xetên germ ên navnîşkirî re têkiliyê daynin:
https://forms.gle/E3zcfaVPFzc1VKbx9
Xetên Germ:
+9647508035680
+9647508035681
Platformên WhatsApp, Viber û Telegram li ser wan xetan hene.
Wezareta Navxwe herwesa ragihand: Piştî ku hûn ji hêla xetên germ ve tên haydarkirin, serdana nûnerê dîplomatîk ê Tirkiyê (konsulxane an balyozxane) yê herî nêzîk li welatên ku hûn lê asê mane bikin û ji bo wergirtina feydeyî ji wê hêsankariyê, divê bilêta vegerê ya ji bo Tirkiyeyê bi rêya yek ji şîrketên asmanî yên Tirkiyeyê bê birîn û ji bo her balafirxaneyeke welatê Tirkiyeyê cudahî nîne.
Wezareta Navxwe welatiyan haydar dike ku ji xalên jêrîn piştrast bin:
- Berî ku hûn biçin konsulxaneyê da ku vîzeyê bistînin, piştrast bibin ku we bilêta xwe biriye, ji ber ku divê bilêta we li ser xeteke Tirkiyeyê be da ku hûn ji vê hêsankariyê feydeyî werbigirin.
- Ji liberçavwergirtina dema pêdivî di navbera birîna bilêtê û wergirtina vîzeyê de piştrast bibin, ji ber ku ew vîze tenê ji bo 5 rojan e.
- Ew kesên ku daxwaza wergirtina vîzeya welatê Tirkiyeyê dikin, divê navên wan di lîsteyên qedexekirî yên wî welatî de nebin û tu tiştên neqanûnî li wî welatî berî hingê li ser navên wan nebin.
- Ger pasaporta we ya Domînîkî an jî pasaporteke din be, divê hûn pasaporta xwe ya Iraqî bi xwe re bibin cem nûnerên dîplomatîk, da ku ji wê hêsankariyê feydeyî werbigirin, ji ber ku ev hêsankarî tenê ji bo xwediyên pasaporta Iraqî ye.
Wezareta Navxwe herwesa ragihand: Di rewşa hebûna her pirsgirêkekê de, xetên germ ên Odeya Operasyonan a Wezareta Navxwe / Navenda Hevpar a Hevahengiya Krîzan û Nivîsîngeha Têkiliyên Derve bi kar bînin û dema ku hûn bigihîjin deriyê sînor ê Îbrahîm Xelîl, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi rêya tîmên taybet hemî hêsankariyan ji we re bike.
Ji bo wan welatiyan jî yên ku li wan deveran in ên ku pirsgirêkên wan bi wergirtina vîzeyên Tirkiyeyê nayên çareserkirin jî, em we piştrast dikin ku em dê bizavên xwe zêdetir bikin û heya ku welatiyek bimîne, em dê nesekinin û em dê berdewam bin.