Trump: Pêwîstiya me bi Brîtanyayê nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, têkiliyên wan bi Brîtanyayê re lawaz bûne û diyar kir, Washington ji bo şerê li Rojhilata Navîn pêwîstiya wê bi alîkariya Londonê nemaye. Li aliyê din, Keir Starmer tekez kir ku "bi bombebarana asmanî rejîma Îranê nayên guhertin."

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 3ê Adarê di hevpeyvînekê de ligel rojnameya (The Sun) a Brîtanî, nîgeraniya xwe derbarê helwesta Londonê de anî ziman. Trump got: "Mixabin ku em dibînin têkiliyên me bi Londonê re mîna berê nemane. Amerîka ji bo şerê li Rojhilata Navîn, ti pêwîstiya wê bi Brîtanyayê nîne."

Trump diyar kir, divê Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer alîkariya wan bikira û wiha berdewam kir: "Min ti carî bawer nedikir ku ev 'têkiliya taybet' a di navbera me de ku wekî xurtirîn têkiliya dîrokî dihat dîtin, bi vî rengî bikeve metirsiyê." 

Serokê Amerîkayê di berdewamiya axaftina xwe de pesnê Fransa û Almanyayê da û got, niha têkiliyên wan bi welatên din ên Ewropayê re ji ya Brîtanyayê xurtir in.

Starmer: Bi balafiran rejîm nayên rûxandin

Ev daxuyaniyên Trump piştî wê yekê tên, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer duh Duşemê li ber Parlamentoya welatê xwe ragihand, ew beşdarî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê nebûne û ew ê beşdarî nebin jî.

Starmer helwesta welatê xwe wiha parast: "Em bawer nakin ku hewildana rûxandina desthilata Îranê tenê bi rêya bombebarana asmanî û bêyî êrîşeke bejayî serkeftî bibe. Hikûmeta me bawer nake ku tenê bi êrîşên ji asman ve rejîm werin guhertin."

Serokwezîrê Brîtanyayê herwiha tekez kir, her kiryareke leşkerî pêdiviya wê bi "bingeheke yasayî, planeke hûr û amanceke zelal" heye. Herwiha diyar kir, biryara wan a beşdarnebûnê li ser bingeha van xalan hatiye girtin.