Omed Xoşnaw: Pêdiviyên xurekê têra 6 mehan hene û bazar di bin kontrolê de ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê di dema serdana bazara bajêr de, piştrastî da welatiyan ku sînorên Herêma Kurdistanê vekirî ne û li komgehan herî kêm ji bo 6 mehan yedeka xurekê heye.
Parêzgarê Hewlêrê Omed Xoşnaw îro 3ê Adarê piştî geriyaneke li nav bazara bajêr, di konferanseke rojnamevanî de ragihand, tevî rewşa awarte ya herêmê, bazar di bin kontrolê de ye û pêwîst nake ku welatî nîgeran bin.
Omed Xoşnaw diyar kir, nûçeyên derbarê girtina sînoran de ne rast in û got: "Tenê sînorê di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de girtî ye. Lê belê divê welatî bizanibin ku %85ê kelûpel û pêdiviyên xurekê ji sînorên din (Tirkiye û Iraqê) tên û hawerdekirina wan bi awayekî asayî berdewam e."
Parêzgarê Hewlêrê bal kişand ser asta xurekê ya li komgehan û got: "Herî kêm ji bo 6 mehan pêdiviyên sereke di komgehan de amade ne. Em dilyayî ne ku ev rewş heta wê demê berdewam nake, lewma daxwazê ji welatiyan dikim ku bi aramî serederiyê bikin."
Derbarê bihabûna hinek kelûpelan de, Xoşnaw ev yek bi bilindbûna nirxê dolar girê da û got, heta niha ti hewildanên qorkariyê nehatine dîtin. Herwiha tekez kir, Herêma Kurdistanê ne aliyekî şer e û erkê hikûmetê tenê parastina ax û gelê Kurdistanê ye.
Li ser kêşeya elektrîka mowlîdeyên taybet, Parêzgarê Hewlêrê diyar kir ku encûmena mowlîdeyan bi xwediyên mowlîdeyan re li hev kiriye: "Ji bo 10 rojan biryar hat girtin ku mowlîde ji saet 5ê êvarê heta 6ê sibê elektrîkê bidin welatiyan. Di van saetan de gava elektrîka niştimanî hebe, mowlîde dê werin girtin."
Herwiha hat aşkerekirin, ji bo her amperekê buhayê 5000 dînar hatiye diyarkirin. Xoşnaw hêvî xwest ku berî temambûna van 10 rojan, kêşeya elektrîkê bi temamî were çareserkirin.