Trump: Zêdetir ji 9 hezar welatiyên Amerîkî ji Rojhilata Navîn vegeriyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ji destpêka operasyona "Epic Fury" (Destana Hêrsê) ve, heta niha zêdetirî 9 hezar welatiyên Amerîkî bi silametî ji Rojhilata Navîn vegeriyane welatê xwe.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 4ê Adarê li ser hesabê xwe yê tora civakî "Truth Social", amarên herî nû yên derbarê veguhastina welatiyên Amerîkî yên li herêma Rojhilata Navîn aşkere kirin.

Trump diyar kir, di çarçoveya operasyona bi navê "Epic Fury" de, heta niha zêdetirî 9,000 welatiyên Amerîkî ji herêma ku şer lê heye hatine derxistin û bi silametî gihîştine malên xwe. Serokê Amerîkayê bal kişand ser serkeftina vê proseyê û silametiya canê welatiyên xwe wekî karekî sereke pênase kir.

Donald Trump daxwaz ji wan welatiyên Amerîkî yên hîn li herêmê mane û dixwazin vegerin kir ku bi zûtirîn dem di malpera fermî ya Wezareta Derve de navên xwe qeyd bikin. Bi vî rengî, navên wan dê bikeve lîsteya veguhastinê û bibe fermî.

Trump diyar kir ku Wezareta Derve berpirs e ji bo destnîşankirina cihê welatiyan û dabînkirina bijardeyên cuda yên geştkirinê. Herwiha got: "Me dest bi tîmarkirina geştên asmanî yên taybet û bêberamber kiriye. Di heman demê de, em li ser amadekirina geştên bazirganî yên asayî jî dixebitin û bi derbasbûna demê re dê bijardeyên zêdetir ji bo vegera welatiyan peyda bibin."