Demê Qeyûmê Mêrdînê du mehên din hate dirêjkirin
Diyarbekir (K24) - Demê rêvebirê vekê Qeyûma li Merdînê hatî erkdarkirin di Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de du mehên din hate direjkirin.
Piştî ku Şaredarê Bajarê Mezin Ahmet Turk di 4ê Mijdara 2024an de, di çarçoveya lêpirsîn û dozgeriya terorê de ji kar hate dûrxistin, Waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun ji hêla Wezaretê ve wekî rêvebir hate erkdarkirin. Demê erkdarkirinê ku her du mehan carekê tê nûkirin.
Li gorî biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkîyeyê ji 4ê Adara 2026an pê ve ji nû ve hate nirxandin û du mehên din hate dirêjkirin. Di vê çarçoveyê de qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dê erkên xwe yên heyî bidomîne.
Ev jî di demekê de ye ku, Dem Partiyê li roja Pêncşemê, 26ê Sibata 2026ê, bi tevlîbûna hevserokê wê partiyê Tuncer Bakirhan li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Dîyarbekirê çalakiyek bi dirûşma "Em berevaniyê ji îradeya xwe dikin, em dengê xwe li dijî sepandina qeyûman bilind dikin" li dar xist, û hevserokên şaredariyên parêzgeh û deverên girêdayî Dem Partiyê jî tevlî wê çalakiyê bûbûn.
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Tuncer Bakirhan di wê çalakiyê de ragihand ku, ji bo biserxistina qonaxa nû ya pêvajoya aştiyê, divê sepandina qeyûman bê bidawîanîn û Hevserokên Şaredariyan ên ku ji kar hatine derxistin ji bo ser kar û erkên wan bên vegerandin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand, dema qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bo du mehên din hatiye dirêjkirin. Li gorî vê biryarê, Parêzgarê Mêrdînê dê heta 4’ê Adara 2026’an bi awayê wekalet di posta şaredariyê de bimîne.
Parêzerê Ehmed Turk derbarê biryarê de daxuyaniyek da û destnîşan kir, danîna qeyûman binpêkirina mafê dengdanê û li dijî destûrê ye. Parêzer bal kişand ser qonaxa siyasî ya herêmê û got: "Di vê demê de ku behsa aştiyê tê kirin, eger sîstema qeyûman bi dawî bibe, dê baweriya milet li hemberî pêvajoya aştiyê hên zêdetir bibe."
Ahmed Turk di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de wekî berbijarê DEM Partiyê bi piraniya dengan wekî Hevşaredarê Mêrdînê hatibû hilbijartin. Lê belê Wezareta Navxwe di 4’ê Mijdara 2024’an de li gel hevşaredarên Êlih û Xelfetiyê, Ahmed Turk jî bi hinceta "endamtiya rêxistinê" û lêpirsînên siyasî ji wezîfeyê dûr xistibû.
Ev biryara dirêjkirinê di demekê de tê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nîqaşên li ser "Pêvajoya Nû ya Aşitiyê" germ in. Piştî biryarên PKK’ê yên ji bo xwehilweşandin û danîna çekan, dihat çaverêkirin ku hikûmet gavên demokratîk biaveje û dawî li sîstema qeyûman bîne da ku rê li ber diyalogeke sivîl were vekirin. Lê belê, biryara dawî ya wezaretê nîşan dide ku sîyaseta qeyûman wekî xwe berdewam e.