PDK: Divê hemî alî bo tenahiya Herêma Kurdistanê û parstina destkeftiyên me bixebitin
Navenda Nûçeyan (K24) - Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi helkefta salvegera 35ê ya serhildana xelkê Ranyayê tekezî li ser yekrêziya navmala Kurdan kir û ragihand: Em erkê hemî alîyan dibînin ku di mijarên stratejîk de yek araste û yek gotar bin û berjewendiyên bilind ên xelkê Kurdistanê li pêş her tiştî bixin.
Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro (Çarşem, 4ê Adara 2026ê) bi helkefta salvegera serhildana xelkê Ranyayê peyamek weşand û tê de got: Avakirin, plan, karname û xurtkirina vê qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê hêsan nebû, belkî heta îro jî rûbirûyî gelek berbest û astengiyên siyasî, aborî û ewlehiyê dibe, lê bi bawer û dilsoziya gel û hêzên neteweyî û qurbanîdana Pêşmergeyên qehreman welatê me her tim aram û tena maye.
Peyama Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK):
Peyama Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi helkefta salvegera 35ê ya serhildana birûmet a gelê me
Rûpelên geş ên tevgera rizgarîxwaziya gelê me bi qurbanîdan, xweragirî û îradeya kurên dilsoz hatiye nexşandin, hêzek ku her tim li dijî zilm û zordariyê bû û îsbat kir ku hêza gel yekane hêza rastîn a şoreş û berxwedanê ye.
Yek ji xelekên diyarker ên têkoşîna me ya berdewam serhildana birûmet a 5ê Adara 1991ê bû, ku li bajarê Ranyayê yê derazînka serhildanê dest pê kir û çirîsk û goriya serhildanê venemirî heta azadkirina Kerkûka dilê Kurdistanê, Ev serhildan rawestiyana li dijî stem û zordariya rejîma Beisê û darû destên wê bû, û bû pêngaveke mezin û hêvîder ji bo avakirina ezmûneke nû ya birêvebiriya Kurdî, ku xwe di hilbijartinên parlementoyê yên 1992ê û avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê de nîşan da.
Avakirin, plan, karname û xurtkirina vê qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê hêsan nebû, belkî heta îro jî rûbirûyî gelek berbest û astengiyên siyasî, aborî û ewlehiyê dibe, lê bi bawer û dilsoziya gel û hêzên neteweyî û qurbanîdana Pêşmergeyên qehreman welatê me her tim aram û tena maye.
Welatiyên xweşevî yên Kurdistanê
Serhildan û destkeftiyên wê, ku berhema xwîna şehîdên nemir, zehmet û têkoşîna Pêşmergeyên wêrek, dûkeftiyên rêbaza Barzanî û kurên gelê me, di bin sî, hîkmet û serokatiya Serok Mesûd Barzaniyê de bû. Ew rastî îsbat kir ku, serkeftina neteweya me di yekdengî û û biratiya me de ye, û pirt û belavbûn jî tenê zirarê dide miletê me.
Di vê helkefta birûmet de, em wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tekezê li ser yekrêziya navmala Kurdistanê dikin û erkê hemî aliyan dibînin ku di mijarên stratejîk de yek araste û yek gotar bin û berjewendiyên bilind ên xelkê Kurdistanê li pêş her tiştî bixin.
Kurdistaniyên hêja
Rewşa siyasî ya deverê di qonaxeke hestyar û biryarder re derbaz dibe. Şerek derketiye ku Herêma Kurdistanê ne parek ji wî şerî ye lê rewşeke aloz derketiye holê. Pêdivî ye û serpişka karên hemî aliyan e ku ji bo tenahiya herêmê û parstina destkeftiyên me bixebitin û em piştgirîya dezgehan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin da ku ewlehî û jiyana welatiyên xwe biparêzin, bizavên me ji bo wê yekê bin ku Iraq bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî ji şer dûr bin û ji bo nav şer û hevrikiyan neyên rakêşan û rê li ber milîs û çekdarên neqanûnî ji wan êrîşên dikin ser Herêma Kurdistanê bê girtin. Divê hikûmeta federal bi erkê xwe yê destûrî û qanûnî rabe li dijî wan destdirêjiyên ku di dema çêbûna şerê Îsraîl-Amerîkayê li gel Îranê de hatine destpêkirin û bûne sedema nîgeraniya welaityên me.
Partiya me tekez dike ku Herêma Kurdistanê ne bûye û ne jî dê bibe cihek ku cîranên me nîgeran bike û em dê li ser vê rêyê berdewam bin, wekî ku çawa mafê me heye ku em vê yekê ji cîranên xwe hêvî bikin.
Herwesa em li ser maf û doza rewa ya gelê xwe israr dikin û em welatiyên xwe jî teşwîq dikin ku di vê rewşê de piştgir û alîkarên dezgehên ewlehiyê û yên peywendîdar bin, her wekî ku her gav alîkar bûn.
Bi bîranîna serhildanê de, em serê rêz û hurmetê ji bo şehîdên Kurd û Kurdistanê, serkêşê wan Barzaniyê Nemir û kek Îdrîsê her-li-bîr ditewînin.
Silav ji bo şehîdên serhildana birûmet a Adara 1991ê. Silav li canê pakij ê şehîdên tevgera rizgarîxwaziya Kurd û Kurdistanê.
Salvegera 35ê ya serhildanê bilind û pîroz be.
Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)
5ê Adara 2026ê