Iraqçî bo Trump: Plana te ya Ayê bi ser neket û ya Byê dê xirabtir be

Ebas Iraqçî
Ebas Iraqçî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îranê peyamek arasteyî Serokê Amerîkayê kir û tê de got: Plana te ya Ayê şkest, plana te ya Byê jî dê şkestineke mezintir hebe. Herwesa got: Ew pêşketinên mezin ên ku di danûstandinan de hatibûn bidestxistin, koma Amerîkayê şêlû kirin û veşartin.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî îro (Pêncşem, 5ê Adara 2026ê) li ser tora civakî ya Xê di derheqa êrîşên Amerîkayê û Îsraîlê yên li ser Îranê de peyamek arasteyî Serokê Amerîkayê Donald Trump kir.

Wezîrê Derve yê Îranê herwesa ragihandiye: Plana Ayê ya cenabê Serokê Amerîkayê ji bo bidestxistina serkeftineke leşkerî ya bilez û bê serêş têk çû! Plana wî ya Byê jî dê hîn şkestineke mezintir hebe.

Ebas Iraqçî amaje jî daye: Rastî ev e; derfeta lihevkirineke baş winda bû, piştî ku koma "Bidawîanîna Amerîkayê" ew pêşketinên berçav ên di danûstandinan de bi dest hatibûn şêlû kirin û veşartin.

Navbirî di dawiya peyama xwe de jî nivîsandiye: Destpêka Îsraîlê her tim bi manaya dawiya Amerîkayê tê.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.