Fuad Husên: Em rê nadin axa Iraqê li dijî welatên cîran were bikaranîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê di hevdîtinekê ligel nûnerê Amerîkayê de tekez kir, hikûmeta Iraqê pabendî parastina nûneratiyên dîplomatîk e û rê nade ku axa Iraqê ji bo êrîşkirina ser welatên cîran were bikaranîn.
Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Wezîrê Derve Fuad Husên li bajarê Bexdayê pêşwazî li Karbirê Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê Joshua Harris kir. Di hevdîtinê de geşedanên şerê li herêmê û bandorên wî yên li ser asayîşa Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin.
Fuad Husên di civînê de, hişyarî da ku berdewamiya vî şerî metirsiyeke mezin li ser aramî û asayîşa tevahiya herêmê ava dike. Herwiha destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê bi hemû hêza xwe hewl dide welat ji bazneya van pevçûnan dûr bixe, da ku Iraq nebe beşek ji vî şerî.
Wezîrê Derve bal kişand ser bandorên darayî û aborî yên vê rewşê li ser civaka Iraqê û wiha got: "Hikûmet li gorî belgename û rênimayên navdewletî, pabend e bi parastina hemû nûneratiyên dîplomatîk ên li Iraqê."
Di beşeke din a hevdîtinê de, Fuad Husên tekez kir ku ew rê nadin ti aliyekî ku axa Iraqê wekî "seko" an bingehekê ji bo encamdana destdirêjiyan bikar bîne.
Wezîrê Iraqî her wiha bal kişand ser helwesta fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê û diyar kir, Hewlêr jî tekez dike ku ew rê nadin ti grûp û aliyan ku axa Herêmê ji bo tundûtûjiya li dijî welatên cîran, bi taybetî li dijî Komara Îslamî ya Îranê, bikar bîne.