Îmarat: Îranê heta niha 205 mûşek û 1184 dron arasteyî welatê me kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê ragihand, sîstemên wan ên berevaniyê tenê îro karîne bi sedan mûşek û dronan têk bibin. Herwiha amara giştî ya qurbaniyên ji destpêka êrîşên Îranê ve hat aşkerekirin.

Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê îro 6ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan ên berevaniyê tenê îro 9 mûşekên balîstîk û 109 dron rûxandine. Di nava 112 dronên ku îro ber bi Îmaratê ve hatibûn şandin, tenê 3 dron ketine nav axa Îmaratê.

Wezareta Berevaniyê amara giştî ya êrîşên Îranê yên ji destpêka rageşiyê ve heta niha bi vî rengî parve kir:

- Mûşekên Balîstîk: Ji 205 mûşekên hatine avêtin; 190 hatin têkbirin, 13 di deryayê de ketin û tenê 2 mûşek li erdê ketin xwarê.

- Mûşekên Krûz: Her 8 mûşekên krûz ên ku hatibûn avêtin, berî ku bigihîjin armancên xwe, hatin pûçkirin.

- Dron: Bi giştî 1,184 dron ber bi Îmaratê ve hatine şandin. Ji vê hejmarê 1,110 dron hatine xistin û 74 dron ketine nav axa Îmaratê.

Li gorî amara fermî, ji destpêka êrîşan ve heta niha, 3 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hat diyarkirin, ev her sê kes welatiyên Pakîstan, Nepal û Bangladeşê ne.

Herwiha 112 kes jî bi sivikî birîndar bûne. Di nav birîndaran de welatiyên Îmaratî û biyanî yên ji welatên wekî Misir, Etiyopya, Filîpîn, Îran, Hindistan û çend welatên din hene.

Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê tekez kir, hêzên wan ji bo rûbirûbûna her cure gefekê û ji bo parastina serweriya ax û ewlehiya welat, di asta herî bilind a amadebaşiyê de ne.