Serokê Herêmê û Serokê Îmaratê rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan, di peywendiyeke telefonî de, nîgeraniya xwe ya kûr li hemberî gurbûna rageşiyên li navçeyê anîn ziman.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 6ê Adarê peywendiyeke telefonî ji Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan wergirt. Di vê peywendiyê de her du serokan bi hûrgilî li ser aloziyên dawî yên li Rojhilata Navîn û encamên metirsîdar ên şer û pevçûnan rawestiyan.

Nêçîrvan Barzanî û Şêx Mihemed bin Zayid nîgeraniya xwe ya kûr li hemberî zêdebûna rageşiyan diyar kirin. Her du alî hevnêrîn bûn ku divê hewildanên dîplomatîk werin xurtkirin da, ku rewş were aramkirin û asayîş û îstîkrara herêmê were parastin. Hat tekezkirin ku parastina aştiyê li Rojhilata Navîn erkê herî sereke ye di vê qonaxa hestiyar de.

Di mijareke din a gotûbêjê de, peywendiyên Îmaratê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin nirxandin. Her du serokan daxwaza xwe nîşan da ku hevkariyên di warên cuda de werin pêşxistin û peywendiyên dîrokî û dostane yên di navbera her du aliyan de hîn bêhtir werin xurtkirin.

Nêçîrvan Barzanî spasiya dewleta Îmaratê kir ji bo wan alîkarî û piştgiriyên ku pêşkêşî Iraq û Herêma Kurdistanê kirine. Herwiha hêviya aramî û pêşkeftina berdewam ji bo gel û hikûmeta Îmaratê xwast.