Piştî soza Pizîşkiyan, Îranê careke din êrîşî Behreyn, Îmarat û Qeterê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyên medyayê ragihandin, welatên Behreyn, Îmarat û Qeter ketine ber pêleke nû ya êrîşên mûşekî û dronî yên Îranê, ev yek jî di demekê de ye ku Serokkomarê Îranê beriya niha daxwaza lêborînê ji cîranên xwe kiribû.
Ajansa nûçeyan a AFP belav kir, li Menamayê, paytexta Behreynê, dengê teqînan hatine bihîstin. Di heman demê de, Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê aşkere kir, sîstemên wan ên berevaniyê asmanî karîne çendîn mûşekên balîstîk û dronên ku ji Îranê ve hatibûn avêtin, têk bibin.
Wezareta Navxwe ya Qeterê ji ber metirsiya êrîşan "rewşa ewlehiyê ya bilind" ragihand û daxwaz ji welatiyan kir ku ji malên xwe dernekevin. Li asmanê Dohayê jî dengê sîstemên berevaniyê hatin bihîstin.
Ji aliyê din ve, Wezareta Berevaniyê ya Kuweytê ragihand, di nava 48 saetên dawî de, wan li asmanê herêmê 14 mûşekên balîstîk û 23 dron tomar kirine.
Ev êrîş di demekê de pêk tên, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di peyamekê de ragihandibû: "Ti dijminatiya welatê me li hemberî cîranan nîne û em ji ber her ziyanekê ku gihîştibe welatên cîran lêborînê dixwazin." Lê belê Pizîşkiyan di heman demê de hişyarî dabû ku nabe axa van welatan ji bo lêdana asayîşa Îranê were bikaranîn.
Aloziyên li herêmê piştî 28ê Sibata borî gihîştin lûtkeyê, dema ku Amerîka û Îsraîlê êrîşên dijwar birin ser Tehranê. Di encama wan êrîşan de Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî û hejmareke mezin a fermandeyên payebilind ên Supaya Pasdaran hatibûn kuştin.
Ev bûyer bû sedem ku navçe ber bi şerekî seranser ve biçe ku niha bandora wê li ser Iraq, Îsraîl, Urdin, Kuweyt, Behreyn, Qeter, Îmarat û Erebistana Siûdî tê dîtin.