Tirkiye sîstema Patriot li Meletiyê bicih dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand, di çarçoveya rêkarên parastina sînor û asmanê welêt de, sîstema berevaniya asmanî ya Patriot li bajarê Meletiyê tê bicihkirin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê îro 10ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber pêşhatên dawî yên li navçeyê, wan rêkarên pêwîst ji bo parastina ewlehiya sînor û asmanê welêt girtine ber xwe. Enqere di vê mijarê de jî bi NATO û hevpeymanên xwe re di nava şêwir û hevahengiyê de ye.
Bi piştevaniya NATOyê sîstema Patriot tê bicihkirin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ji bilî rêkarên li ser asta neteweyî, NATOyê jî rêkarên parastina asmanî û mûşekî zêde kirine. Di vê çarçoveyê de hat ragihandin: "Sîstema Patriot a ku ji bo piştevaniya parastina asmanê Tirkiyeyê hatiye veqetandin, dê li Meletiyê were bicihkirin."
Wezareta Berevaniyê tekez kir, Tirkiye şiyana xwe ya parastinê û ewlehiyê di asta herî bilind de diparêze û ji bo asayîş û aramiya navçeyê, ew ê di nirxandina pêşveçûnan de ligel NATO û hevpeymanên xwe bi awayekî hevaheng bixebitin.
Sîstema Patriot çi ye?
Sîstema MIM-104 Patriot, sîstemeke berevaniya asmanî (ji erdê ber bi asman ve) ya herî pêşkeftî ye ku ji aliyê kompanyaya "Raytheon" a Amerîkî ve tê berhemanîn. Ev sîstem di salên 1980î de ji bo têkbirina firoke û mûşekên balîstîk hatiye pêşxistin.
Ji bilî Amerîkayê; Îsraîl, Almanya, Yewnanistan, Erebistana Siûdî û Qeter jî vê sîstemê bikar tînin. Tirkiyeyê berê di sala 2013an de jî bi rêya hevpeymanên xwe yên NATOyê ev sîstem ji bo parastina sînorên xwe li dijî metirsiyên derva bikar anîbû.