Hewlêr di rojeke wekî îro de serî hilda

Navenda Nûçeyan (K24) – Beriya 35 salan, di rojeke wekî îro de (11ê Adara 1991an), xelkê Hewlêrê bi piştgiriya hêzên Pêşmerge li dijî rejîma Beisê serî hildan û di demeke kurt de bajarekî ku bi dehan baregehên leşkerî û îstîxbaratî lê bûn, azad kirin.

Îro 11ê Adarê, 35 sal di ser Raperîna mezin a xelkê Hewlêrê re derbas dibin. Di 11ê Adara 1991an de, şêniyê Hewlêrê bi hemahengiya ligel mefrezeyên Pêşmerge yên "Eniya Kurdistanê", li dijî sitemkarî û zordariya rejîma Beisê raperî. Di nava çend saetan de, hemû dezgehên serkutkar ên rejîmê hatin rûxandin û bajar bi temamî hate azadkirin.

Destkeftiya herî mezin a dehsalan a berxwedana Kurd, di vê rojê de bi hevkariya gel û Pêşmerge hate tacîdarkirin. Hewlêr piştî Silêmaniyê duyemîn bajarê mezin ê Herêma Kurdistanê bû ku azad dibû. Ev serkeftin ji bo xelkê Herêmê ku bi salan ji ber tawanên wekî Enfal, kîmyabaran, wêrankirina 4 hezar gundan û koçberiya bi zorê êş kişandibûn, bû hêvî û moraleke mezin.

Di nava raperîna Hewlêrê de, navê Xece Bawe wekî sembola qehremaniya jinên Kurdistanê derket pêş. Xece Bawe jineke têkoşer bû ku di dema raperîna 1991ê de li Hewlêrê şehîd bû. Ew îro jî wekî mînakeke herî berz a beşdarbûna jinan di xebata neteweyî de tê bîranîn.

Hewlêr di dema rejîma Beisê de wekî bajarekî ku bi serbazgeh, navendên ewlehî û îstîxbaratî hatibû dorpêçkirin dihat naskirin. Raperînê ne tenê bajar azad kir, lê rê li ber wê yekê vekir ku Hewlêr bibe yek ji girîngtirîn paytextên Rojhilata Navîn û bibe navenda biryarên siyasî yên Herêma Kurdistanê.

Îro gelê Kurd bi serbilindî vê rojê bibîr tîne, ku tê de vîna gel û şiyana Pêşmerge, dawî li tariya sitemkariyê anî.