Li Silêmaniyê Festîvala Kurtefîlman a Kurdî tê lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê amadekariya "Festîvala Kurtefîlman a Kurdî" dike. Di festîvalê de ku dê li "City Cinema" were lidarxistin, gelek kurtefîlmên hunerî û belgefilm dê bên nîşandan û 11 xelat werin dabeşkirin.
Berdevkê Festîvala Kurtefîlman a Kurdî Kawan Ezîz îro 11ê Adarê ji Kurdistan24ê ew diyar kir, pîvanên taybet ji bo beşdariya fîlman hatine danîn; divê fîlmên çîrokî (hunerî) ji 29 xulekan û belgefilm jî ji 40 xulekan dirêjtir nebin.
11 xelat dê werin dabeşkirin
Kawan Ezîz bal kişand ser xelatên festîvalê û got: "Li gorî pêvan û standardên festîvalên cîhanî, me 11 xelat amade kirine. Ji van, 10 xelat di kategoriyên cuda de ne û ji aliyê lijneya dadweriyê ve têne destnîşankirin. Xelata 11emîn jî 'Xelata Rêzlênanê' ye ku ji aliyê serok û serpêrştiyarê festîvalê ve ji hunermendekî/e serkeftî yê qada sînemayê re tê dayîn."
Fîlmên ku hatine hilbijartin
Berdevkê festîvalê navên hinek kurtefîlmên ku ji bo beşdariyê hatine hilbijartin weha rêz kirin:
- Bergdirû – Derhêner: Berzan Yûnis
- Cejn – Derhêner: Newîd Zarê
- Sema ji bo Azadiyê – Derhêner: Salim Selawatî
- Şopa Pêyên Mêriyan – Derhêner: Umîd Guç
- Çi Rû Da! – Derhêner: Rêber Raber
- Perjîn – Derhêner: Sakar Osman
- Lêgerîn – Derhêner: Mahsum Taşkin
- Kur – Derhêner: Saman Husênpûr
- Morî – Derhêner: Yaqûp Tekîn Tangak
Festîvala Kurtefîlman a Kurdî biryar e di 4ê Nîsana 2026an de li bajarê Silêmaniyê dest pê bike û dê sê rojan berdewam bike.