Mesrûr Barzanî û Selahedîn Behaedîn rewşa Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 11ê Adarê pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn kir.

Di hevdîtinê de, derbarê rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê de nêrîn hatin parvekirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya yekhelwestî û yekrêziya hêz û aliyên Kurdistanî kirin, da ku asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û aramiya navçeyê were parastin.

Careke din hat destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê mîna her dem, dê di herêmê de bibe faktoreke aramî û aştiyê.

Di beşeke din a guftûgoyê de, behsa girîngiya aktîvkirina Perlemantoya Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin.