Li Şirnexê ji ber barana zêde gelek karesatên xwezayî çê bûn

Diyarbekir (K24) - Barana zêde ya ku bandor li tevahiya parêzgeha Şirnexê kir, li navçeyên Hezex, Qilaban, Silopî, Cizîre û navenda bajêr bû sedema çêbûna gelek karesatên xwezayî.

Li navçeyên Qilaban, Hezex, Cîzre û Silopî yên Şirnexê ji ber baranê lehî u aşût çê bûn. Xanî, kargeh û hin taxên gundan ji ber lehiyê gelek zirar dîtin. Bi tevahî 165 rapor ji rayedarên peywendîdar ên li seranserê parêzgehê re hatin şandin.

Li gundê Nîrvehê yê girêdayî navçeya Qilabanê, ji ber erd şemitîn û girseyek ax ber bi malan ve çû. Welatiyên asê mabûn hatin rizgarkirin, nêzîkî 50 ajalên piçûk mirin û welatiyek jî birîndar bû. Kesê birîndar ji hêla tîmên bijîşkî yên ku hatine cihê bûyerê ve hate dermankirin û ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Ji bo bersiva karesatan, hemî saziyên dewletê yên têkildar lêgerîn û rizgarkirinê, valakirin û paqijkirina rêyan bi awayekî hevrêz pek tînin. Operasyonên li cihê bûyerê berdewam dikin, û rayedar pêşketinan ji nêz ve dişopînin.