Li Diyarbekirê encamnameya konferansa hewla yekîtiya neteweyî hat ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hewla Yekîtiya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê li Diyarbekirê konferansek lidar xist û encamnameya konferansê de amaje kir ku divê bi hemû kurdan re têkilî were danîn, ser zemîna meşry tekoşîna neteweyî were dayîn û daxwaza mafên rewa yên neteweyî yên gelê kurd were kirin.
Li Diyarbekirê bi beşdariya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Platfroma Ciwanên Serbixwe, PÊLKURD û kesayetên serbixwe yên Kurdistanê konferansek bo pêkanîna yekîtiya neteweyî hat li darxistin û encamnameya konferansê jî bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin.
Di encamnameyê de bal hat amajekirin ku kurd di pêvajoyeke dîrokî ya weha de derbaz dibin ku ji bo miletê kurd hem firsend û îmkanên mezin dertên meydanê û hem jî xeterîyên ciddî xuya dibin û ji ber vê yekî jî pêkanîna yekîtiya neteweyî pêdiviyek girîng e.
Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk ji K24ê re got: “Mixabin salan e ku birînek me ya siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê ye ku gelek tişt tên gotin û gelek civîn tên kirin lê yekîtî pêk naye, lê ez dikarim mizgîniyekê bidim ku ev destpêkek e û hilnaweşe, bi salan e dewleta Tirk mafên kurdan red dike, ser navê kurdan siyaseten bi navên cuda tên meşandin, emê siyasetek alternatif bihunin.”
Di encamnameya Konferansa Hewla Yekîtiya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê de biryar hat dayîn ku hemu aliyên kurd re di têkiliyê de bin, li ser daxwaza mafên rewa yên neteweyî rijd bin û li ser zemîna meşru ya siyasî tekoşîna azadiya neteweyî bidin û dê beşdarî civîn û konferansên din ên xizmeta yekîtiya neteweyî dikin bibin.
Çavdêrê siyasî Alî Oncu got: “Armanca me ya sereke ew e ku di nava civaka Bakurê Kurdistanê de hişmendiya neteweyî belav bikin û millete me were wê astê ku ew bi xwe parastina hişmendiya neteweyî bikin.”
Hewla Yekîtiya Neteweyî Ya Bakurê Kurdistanê dide zanîn ku ewê bo berfirehkirina yekîtiya neteweyî bi partî û rêxistinên din ên kurdistanî re hevdîtinan bikin û li bajarên din ên Bakurê Kurdistanê civînan li dar bixin.