Heşda Şeibî: Baregeheke me li Selahedînê hat bombebaran kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Heşda Şeibî ragihand, hêzên Amerîkayê li parêzgeha Selahedînê, êrîşî baregehên wan kirine û di encamê de çekdarek hat kuştin û hejmarek çekdar jî birîndar bûne.
Desteya Heşda Şeibî di daxuyaniyekê de eşkere kir, berbangê îro 19ê Adarê, hêzên Amerîkayê li parêzgeha Selahedînê du cihên wan ên cuda kirine armanc.
Li gorî daxuyaniyê, di van êrîşan de baregeha Lîwaya 6an a li bajarokê Bêcî hat bombebaran kirin ku di encamê de 3 çekdar birîndar bûn û rewşa yekî ji wan giran e. Herwiha xaleke serbazî ya Lîwaya 31ê ya li nêzîkî firokxaneya Sîniye jî bû armanc û di encama wê êrîşê de çekdarek hat kuştin û hejmarek çekdarên din jî birîndar bûn."
Heşda Şeibî diyar kir, ji ber hebûna berdewam a firokeyên şer ên Amerîkayê li asmanê navçeyê, tîmên wan di veguhastina kuştî û birîndaran de rûbirûyî astengiyên mezin bûne.
Di dawiya daxuyaniyê de, Heşda Şeibî tekez kir, ev êrîş di demekê de ne ku lîwayên wan mijûlî "erkên xwe yên nîştimanî" ne ji bo parastina asayîşa navçeyê û parastina serweriya xaka Iraqê.