Newroza Diyarbekirê: Hemû amadekarî temam bûne
Diyarbekir (K24) – Ji aliyê Lijneya Amadekariya Pîrozbahiya Newroza Diyarbekir ve hat ragihandin ku dê îsal jî li Diyarbekirê, Newroz li Qada Newrozê were pîrozkirin, dê Peyama Rêberê PKKê Badullah Ocalan were xwendin û Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî were xwendin.
Lijneya Amadekariya Pîrozbahiya Newroza Diyarbekirê ragihand, dê Pîrozbahiya Newroza Diyarbekir li Qada Newrozê demjimêr 10.00ê pê de dest pê bike û bo agirê Newrozê, 5 ton dar hatine amadekirin.
Bo cîbicîkirina ewlekariyê jî, 10 kîlometre bariyer hatine danîn û dê 12 hezar polis jî li ser kar bin. Li gorî agahiyên Lijneya Amadekariya Pîrozbahiya Newrozê dê di bernameya pîrozbahiya Newroza Diyarbekirê de peyama Abdullah Ocalan were xwendin, Leyla Zana, Hevserokê DemPartiyê Tuncer Bakirhan, Serokê Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî axaftinekê bikin û peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî were xwendin.
Li gorî zanyariyên hatine parvekirin, dê di Newrozê de ji partiyên siyasî, saziyên sivîl, ji Fransa, Almanya, Swêd, Katalonya, Misir û Hindistanê jî mêhvan beşdar bin û bo şopandina Newrozê nêzîkî 400 saziyên çapameniyê serîlêdan kirine.