Rojnameyeke Îsraîlî: Amerîka bo êrîşeke bejayî li ser Îranê amadekariyan dike

Hejmareke serbazên amerîkayê / Erşîf
Hejmareke serbazên amerîkayê / Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnameya Israel Hayomê ragihand ku, Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê ji bo çareserkirina krîza Tengava Hurmizê berfirehkirina çarçoveya şer nîqaş dike.

Rojnameya navbirî eşkere jî kir ku, heta heke şer di vê demê de raweste jî, Îran dê wekî berê venegere û Amerîka jî dê berî bidestxistina armancên xwe biryara rawestandina şer nede. Her li gorî wê rojnameyê, amadekarî ji bo qonaxên bê yên berfirehkirina şer tên kirin.

Wê rojnameyê ron jî kir ku, qonaxa bê dê lêdana cûnên nû yên armancên Îranê vegire, mimkin e ku armancên şerê bê dezgehên atomî û jêrxaneya wî welatî vegirin.

Rojnameya Israel Hayomê li dawiyê jî eşkere kiriye ku, îhtîmala êrîşeke bejayî ya Amerîkayê ji bo nav axa Îranê di zêdebûnê de ye.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.

Îranê herwesa Tengava Hurmizê jî girtiye, ku bandoreke mezin li ser bazara enerjiyê û aboriya cîhanê kiriye. Serokê Amerîkayê Donald Trump 48 saet wekî destûrî dane Îranê da ku Tengava Hurmizê veke.

Trum Herwesa gef xwarine ku eger ew tengav neyê vekirin, ew dê westgehên mezin ên enerjiyê yên Îranê wêran bikin. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê jî ragihand ku, bikaranîna bombeyên giran ji aliyê balafirên Amerîkayê ve şiyana Îranê ya gefkirina li Tengava Hurmizê lawaz kiriye.

Pêşveçûn nîşan didin ku, ev krîz ber bi qonaxeke xeter ve diçe, xasma jî piştî ku êrîşên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê dezgehên atomî yên wekî Netenzê û gelek bingehên leşkerî û jêrxaneya Îranê kirine armanc. Herwesa êrîşên berevajî yên Îranê jî zirar gihandiye gelek deverên Îsraîlê û zêdetir ji 100 kesan birîndar bûne.