Fermandariya Heşda Şeibî li Enbarê hat bombebarankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeha Fermandariya Operasyonên Heşda Şeibî li parêzgeha Enbarê rastî êrîşeke asmanî hat. Di dema ku hinek çavkanî behsa kuştina fermandarên payebilind dikin, Heşda Şeibî dibêje tenê du çekdarên wan birîndar bûne.

Firokeyên şer serê sibeha îro 24ê Adarê baregeha Fermandariya Operasyonên Cezîre ya ser bi Heşda Şeibî li devera Jurf el-Sexer bombebaran kir, di vê êrîşê de hejmarek fermandarên Heşda Şeibî hatine kuştin û hinekên din jî bi giranî birîndar bûne.

Hin çavkaniyên navxweyî yên Iraqê jî ragihandine, di vê êrîşê de Fermandarê Operasyonên Heşda Şeibî li parêzgeha Enbarê Seid Dewayî û Rêveberê Ewlehiya Heşda Şeibî li heman fermandariyê Heyder El-Meamûrî canê xwe ji dest dane.

Li aliyê din, Navenda Ragihandinê ya Desteya Heşda Şeibî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û got ku firokeyên "Amerîka û Îsraîlê" saet 12:20ê piştî nîvî şevê êrîşî Fermandariya Operasyonên Cezîre kirine.

Herwiha Heşda Şeibî diyar kir, di vê bombebaranê de tenê du çekdarên Lîwaya 47an birîndar bûne. Herwiha tekez kir ku tevî van êrîşan jî, ew ê di cîbicîkirina erkên xwe de berdewam bin û rûbirûyê hemû astengiyan bibin.