Artêşa Sûriyeyê: Ji axa Iraqê êrîş li baregeheke me ya li Hesekê hatiye kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeheke leşkerî ya Artêşa Sûriyeyê li gundewarê Hesekê ji axa Iraqê ve hat mûşekbarankirin. Ev êrîş di demekê de pêk tê ku hêzên Amerîkayê beriya mehekê ji wê baregehê vekişiyabûn.

Ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) li ser zimanê Desteya Operasyonan a Artêşa Sûriyeyê ragihand, şeva borî 23ê Adarê baregeheke wan a leşkerî li nêzîkî bajarokê Til Koçerê li gundewarê Hesekê rastî êrîşeke mûşekî hatiye.

Li gorî daxuyaniya artêşê, êrîş bi rêya 5 mûşekan hatiye kirin. Hat tespîtkirin ku mûşek ji derdora gundê Tel El-Hewa hatine avêtin, ku ev gund 20 kîlometre di hundirê axa Iraqê de ye. Artêşa Sûriyeyê diyar kir ku ew di rewşa amadebaşiya tam de ne û dê bersiva her êrîşekê bidin.

Her wiha hat ragihandin ku ji bo girtina kiryarên êrîşê, di navbera Sûriye û Iraqê de hevahengî hat kiriye û Artêşa Iraqê li devera navborî dest bi operasyoneke lêgerînê kiriye.

Baregeha Xerab El-Cîr berê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de wekî bingeheke serbazî ya Amerîkayê dihat bikaranîn û helîkopterên şer lê bûn. Lê belê, beriya mehekê piştî peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de, hêzên Amerîkayê ji vê baregehê vekişiyan û kontrola wê radestî hêzên hikûmetê kirin.