Wezareta Pêşmerge: Di encama êrîşeke mûşekî ya Îranê de 6 Pêşmerge şehîd bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge ragihand, di encama du êrîşên mûşekî yên Îranê de li sînorê Soranê, 6 Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir, berbanga îro 24ê Adara 2026an, bi 6 mûşekên balîstîk ên Îranê du êrîşên cuda li ser baregehên Pêşmerge hatin kirin.
Li gorî daxuyaniyê, mûşekên Îranê baregeha Firqeya 7an a Peyade (Devera Yek) û hêzeke Firqeya 5an a Peyade li sînorê devera Soranê kirine armanc. Di encama van êrîşan de, 6 Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmerge birîndar bûn.
Wezareta Pêşmerge ev êrîş bi tundî şermezar kir û wekî "çalakiyeke terorîstî" li dijî Herêma Kurdistanê pênase kir. Wezaretê di daxuyaniya xwe de tekezî li ser mafê parastina rewa kir û got: "Mafê me yê tam heye ku em rûbirûyê her destdirêjiyekê bibin ku li ser gel û xaka me tê kirin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, wan bi ti awayekî çaverê nedikir ku bi vî rengî ya "namerdane" bersiva helwesta aştiyane ya Herêma Kurdistanê were dayîn, "lê temenê zilm û nehaqiyê kurt e û vîna aştiyê dê ser bikeve."