Reuters: Li Mûsilê êrîşî cihê mayîna Serokê Desteya Heşda Şeibî hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Reutersê ragihand, li bajarê Mûsilê cihê mayîna Serokê Desteya Heşda Şeibî Faleh Feyaz ji aliyê firokeyên şer ve hat armanckirin. Hat diyarkirin ku Feyaz beriya êrîşê ji cihê xwe derketiye û rizgar bûye.

Li gorî Reutersê, îro 24ê Adarê pêşnîvro, firokeyên şer êrîşî cihê mayîna Serokê Desteya Heşda Şeibî Faleh Feyaz li bajarê Mûsulê kirine. Çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê ji ajansê re piştrast kir, di dema êrîşê de Faleh Feyaz ne li wir bûye û beriya teqînê ji cihê xwe derketiye.

Hevdem ligel vê bûyerê, medyaya Iraqê ragihand ku îro danê sibê êrîşî bingeh û baregehên Lîwaya 50an a Heşda Şeibî li sînorê parêzgeha Neynewayê hatiye kirin. 

Ev êrîş di demekê de ne ku îro Heşda Şeibî bi fermî kuştina Fermandarê Operasyonên Enbarê û 14 çekdarên xwe di encama êrîşeke Amerîkayê de ragihandibû. 

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ji destpêka sala 2021an ve navê Faleh Feyaz bi tohmeta "binpêkirina mafên mirovan di dema xwenîşandanan de" û "peywendiya wî bi milîsan re" xistiye lîsteya cezayan.