Li Bakurê Kurdistanê du partiyên Kurdistanî gavên ji bo yekîtiyê davêjin
Stenbol (K24) – Li bakurê Kurdistanê du partiyên Kurdistanî hewil didin bibin yek. Serokên van her du partiyan, Mistefa Ozçelîk û Dûzgûn Kaplan, di ahengeke Newrozê de hatin ba hev û ji Kurdistan24ê re piştrast kirin ku ev demek e dixwazin partiyên xwe bikin yek, lê ew li ser hin xalan nikarin lihev bikin. Hêvî dikin di demeke nêzik de bigihijin encameke zelal. Serokê Weqfa Çanda Kurdî KURD-KAVê jî bi rijdî banga yekbûnê li her partiyan kir.
Ahengên Newrozê yên her sal ên Weqfa Çanda Kurdî KURD-KAV’ê dibe sedema jihevnêzikbûna partî û kesayetên Kurdistanî. Di ahenga îsal de jî serokên Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) amade bûn û Serokê KURD-KAVê daxwaz ji her duyan kir ku hewlên xwe yên yekbûnê bigihînin encamekê.
Serokê KURD-KAV’Ê Mihemed Celal Baykara ji Kurdistan24ê re got: “Divê êdî ew kes û alî û partiyên ku ji bo Kurdan statû dixwazin, werin cem hevûdu. Ya rast em banga yekbûnê li hemû partiyên Kurdistanî dikin lê HAK-PAR û PWK gelek nêzikê hevûdu ne. Ez li ser yekbûna wan geşbîn bûm lê diyar e hinek şert û mercên wan hene. Em êdî ne di pêvajoyeke wisa de ne ku behsa hincetan bikin. Dê di navbera aliyên parêzvaniya entegrasyonê dikin û aliyen Kurdistanî de têkoşîneke dijwar rû bide. Lewma divê em xwe bikin yek û dest ji şert û mercan berdin.”
HAK-PAR dide zanîn ku ev demek e ew digel PWKyê danûstandin ji bo yekîtiyê dikin lê heta niha negihiştine encameke zelal.
Serokê HAK-PARê Dûzgûn Kaplan got: "Danûstandin hîna zelalî tune ye. Yanî me du komîsyon ava kirin. Her du komîsyonan jî çend xalan, 9 xalan wekî xalên protokolekê di nav xwe de çêkirine. Niha meclîsa me derbas bûye; ya PWK'ê jî di vê dawiya vê mehê de heye. Ewan jî biryarê eger bidin, eger zelalî çêbibe ew protokol bi cih bibe, yekîtî çêbibe. Yanî eger bi cih nebe jî ew pirsgirêka kurdan e."
Seroke PWKyê jî hewlên yekbûnê piştrast dike lê diyar jî dike, wan li ser hin xalan lihev nekirine. Serokê PWKyê naveroka wan xalan eşkere nekir.
Serokê PWK’ê Mistefa Ozçelîk dibêje: "Xebatên me berdewam in. Ew wekî yekîtî, xebatên me yên yekîtiyê hevdîtin hene bi rastî, lê hîna negihîştiye encamê. Em li ser hinek mijaran hîna me li hev nekiriye. Gava ku bigihîje encamê, muhaqeq em ê raya giştî di wî warî de agahdar bikin. Ji bo ku em bikaribin partiyeke berfireh ava bikin, banga me jî heye; ne PWK û Hek-Par tenê; PWK, Hek-Par, aliyên Kurdistanî, kesayetên Kurdistanî bikaribin partiyeke hevbeş ava bikin, di wî warî de banga me bixwe heye, lê hîna ew pêvajo negihîştiye encamê."
Ahenga Newrozê bi konsera hunermend Hîkmet Kara û govendan dawî hat.