Ebru Gunay: Pêwîst e hikumet li gorî raporta komisyonê û peyamên Ocalan gavan biavêje
Enqere (K24) – Li Tirkiyeyê piştî vebûna parlamentoyê, çav li xebatên qanûnî û gava hikumetê ya li hemberî daxwazên DEM Partiyê ne. Tevî ku ji destpêka proseyê ve hêj tu yaseyek nehatiye derxistin; Akademîsyen bale dikêşin ser pêdiviya pêkanîna biryarên Dadgeha Ewropayê û derbaskirina tirsa parçebûnê. DEM Partî jî destnîşan dike ku êdî dema wê hatiye ku hikumet li gorî raporên heyî û peyamên Ocalan gavan bihavêje.
Li Tirkiye piştî dawîbûna betlaneya Cejna Remezanê ji bo xebatên yaseyî yên proseya aştiyê êdî hemû çav li parlamentoyê ne. Di warê pîrozbahiyên Cejna Remezanê yê serdanên partiyên siyasî û Cejna Newrozê de, di daxuyaniyên aliyên siyasî û welatiyan de taybetî yek bang hebû: Divê demildest parlamento dest bi derxistina yaseyan bike û nabe êdî Kurd bi hincet û şertên cûrbicûr were mijûlkirin.
Hevberdevka Komisyona Karên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunay ji K24ê re got: “Ger hûn dixwazin aştî û civaka demokratik bê meşandin, hewceye aliyê zagonî de, aliyê qanûnî de guherandin bê çêkirin. Niha dê entegrasyona demokratik dê çawa be? Ew entegrasyon bi qanûna çêdibe. Yan jî yên ku çek berdane wê çawa bên siyaseta demokratik bikin. Em bendewar in ku li gorî rapora komisyonê û li gorî vê peyama birêz Ocalan jî gavan biavêje.”
Serokê MHPê Dewlet Bahçelî jî di komcivîna xwe de got, li gorî raporta komisyonê dê li parlamentoyê guhertin û sererastkirinên yasayî gav bi gav bên bicihanîn. Profesorekî ku bi lêkolînên xwe yên li ser mafên mirovan tê nasîn jî dibêje; divê Tirkiye ji tirs û gûmana parçebûnê derkeve.
Akademîsyen Prof. Dr. Baskin Oran dibêje: “Ji bo ku Tirkiye ji tirsa parçekirinê rizgar bibe, divê biryarên Dadgeha Ewropayê werin pêkanîn û "Zagona Serdema Veguhêz" zû bê derxistin. Divê hemwelatîbûn ne ji neçariyê, lê bi dilxwazî be. Mesele ne tenê "mafdayîna Kurdan" e; piştî ku her kes serweriya Komara Tirkiyeyê qebûl bike, bila her kes karibe çanda xwe bijî. Ev peymaneke dualî ye: Aliyek wê soza dilsoziyê bide, aliyê din jî wê soza binpênekirina mafên mirovî bide.”
DEM Partî dixwaze ji bo tevlîbûna endamên PKKê ya siyaseta demokratîk qanûneke taybet derkeve û di qanûna înfazê de guhertin bê kirin. Herwiha ji bo xurtkirina baweriya civakê; daxwaz dike ku statuya Abdullah Ocalan zelal bibe û girtiyên siyasî yên wekî Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û bersûcên Doza Kobanê bên berdan.