Hêzên Yemenê tevlîbûna xwe ya şerê li dijî Amerîka û Îsraîlê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên çekdar ên Yemenê (Hûsî) bi daxuyaniyekê ragihandin, ew ji bo piştgiriya Îranê û "Eniya Berxwedanê" dikevin nav şerê rasterast ê li dijî Amerîka û Îsraîlê.

Hûsiyên Yemenê îro 28ê Adarê hişyariyeke tund dan Washington û Tel Avîvê û amadebûna xwe ya tam ji bo şerekî berfireh nîşan dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ev biryar wekî "erfeke olî û exlaqî" li hemberî êrîşên Amerîka û Îsraîlê hatiye girtin. Hêzên Yemenê dibêjin, armanca van êrîşan pêkanîna projeya "Îsraîla Mezin" û guhertina nexşeya Rojhilata Navîn e.

Di daxuyaniyên de bang li Amerîka û Îsraîlê hat kirin ku guh bidin hewlên dîplomatîk û van gavan bavêjin:

- Rawestandina êrîşan: Divê êrîşên li ser Îran û welatên din ên "Mîhwera Berxwedanê" demildest bên sekinandin, ji ber ku ev yek ewlehiya cîhanê û aboriya navdewletî dixe metirsiyê.

- Rakirina dorpêçan: Rawestandina êrîşên li ser Filîstîn, Xezze, Libnan, Iraq û Îranê; her wiha rakirina dorpêçên li ser gelê Yemenê.

- Mafên Filîstîniyan: Pêkanîna peymanên girêdayî Xezzeyê û dabînkirina mafên rewa yên gelê Filîstînê.

Hêzên çekdar ên Yemenê hişyarî dan ku ew ê di van rewşên jêrîn de bi awayekî rasterast destwerdana leşkerî bikin:

- Heke hevalbendiyeke nû li gel Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê û Eniya Berxwedanê ava bibe.

- Heke Deryaya Sor ji bo ti çalakiyeke leşkerî ya li dijî Îranê yan welatekî Misilman bê bikaranîn.

- Heke aloziyên leşkerî di asteke wiha de berdewam bikin ku pêdivî bi destwerdanê hebe.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin, operasyonên wan tenê Amerîka û Îsraîlê dikin armanc û bi ti awayî welat an gelên Misilman nakin armanc.