Hakan Fîdan: Amerîka û Îsraîl navçeyê ber bi şerekî berfireh ve dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand, şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê binpêkirina hiqûqa navdewletî ye û dibe ku li seranserê navçeyê belav bibe.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro 28ê Adarê di hevpeyvîneke televîzyonî de ragihand: "Armanca me ya pêşîn rawestandina şer e. Di heman demê de ji bo me pir girîng e ku em rê li ber firehbûna vî şerî bigirin." Fîdan destnîşan kir, ev şer bi awayekî "neyasayî" dest pê kiriye û her roj metirsiya mezinbûna wê zêdetir dibe.

Hakan Fîdan aşkere kir, pêvajoya danûstandinan gihîştiye qonaxeke diyar û got: "Wisa xuya dike ku di danûstandinan de gavek hatiye avêtin. Bi kêmî ve guftûgo dest pê kirine û bi rêya welatê Pakistanê peyam di navbera aliyan de tên guhertin."

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê hişyarî da ku navçey ber bi "lîstikekê" ku senaryoya wê ji aliyê Îsraîlê ve hatî nivîsandin ve tê birin. Fîdan got: "Îsraîl dixwaze welatên Îslamî bixe nav pevçûneke demdirêj a bi hev re. Çandina tova fitneyê wisa dike ku kombûna careke din a Misilmanan pir zehmet bibe. Ji ber vê yekê armanca Tirkiyeyê ew e ku rê li ber vê planê bigire."

Herwiha wî rexne li bandora Îsraîlê ya li ser siyaseta Amerîkayê girt û got: "Ev êdî ne teoriya komployê ye; ev babetekî cidî ye ku ronakbîr jî behsa wê dikin."

Fîdan tekez kir, karê herî pêşîn ê Tirkiyeyê rawestandina şer û dûrxistina welatê xwe ji agirê vê pevçûnê ye. Herwiha bal kişand ser rewşa welatên Kendavê ku rastî bandorên xirab ên vî şerî hatine û bang li Amerîkayê kir: "Heke bi Îranê re peymanek pêk hat, divê Washington zexteke rastîn li ser Îsraîlê bike da ku şer bi dawî bibe."