Wezîrê Pêşmerge: Aliyên êrîşî Kurdistanê dikin diyar in û divê sînorek ji wan re bê danîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl ragihand, Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge ne beşek ji şerê navçeyê ne û bang li hikûmeta Iraqê kir ku mîna bajarên din ên Iraqê, berevaniyê li Kurdistanê jî bike.
Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl îro 29ê Adarê di daxuyaniyeke rojnamevanî de bal kişand ser rewşa aloz a navçeyê û êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û diyar kir, şehîdbûna Pêşmergeyan ne tenê xema malbatekê ye, lê belê xema hemû gelê Kurdistanê û her Kurdekî li cîhanê ye.
Wezîrê Pêşmerge tekez kir, serkirdayetiya siyasî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya hemû kanalan peyama xwe gihandine ku Kurdistan û Hêzên Pêşmerge ne beşek ji vî şerî ne û naxwazin bibin beşek ji ti aloziyên leşkerî. Herwiha hêvî kir ku Herêma Kurdistanê ji şer, alozî û pîlanên xerab dûr bimîne.
Şoreş Îsmaîl destnîşan kir, hin komên çekdar bi qest dixwazin aramiya Herêma Kurdistanê têk bibin û got: "Divê hikûmeta Iraqê rêkarên yasayî û tund li dijî van komên deryasayî bigire, da ku rê li ber dûbarebûna van karên terorîstî bê girtin."
Wezîrê Pêşmerge li ser erkê parastina Herêmê jî got: "Me wek Wezareta Pêşmerge gavan pêwîst avêtine, lê belê erkê yekem ê berevaniya li Herêma Kurdistanê, li ser milê hikûmeta Iraqê ye. Divê Bexda mîna ku bajarên din ên Iraqê diparêze, bi heman awayî berevaniyê li Herêma Kurdistanê jî bike."
Ev daxuyaniya wezîr piştî wê yekê tê ku di demên dawî de gelek caran bingehên Pêşmerge û binesaziya Herêma Kurdistanê bi dron û mûşekan hatine armanckirin. Bi taybetî êrîşa li ser bingeheke Pêşmerge li sînorê Soranê, ku bû sedema şehîdbûna 6 Pêşmergeyan û birîndarbûna gelekên din, rastî berteka tund a navxweyî û navdewletî hatibû.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî hişyariyê dide Bexdayê ku berpirsiyariya xwe ya di parastina serweriya xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê de bicîh bîne û rê li ber wan komên çekdar bigire ku aramiyê dixin metirsiyê.