Çarçoveya Hevahengiyê li ser daxwaza Serok Barzanî razî bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Aliyên di nav "Çarçoveya Hevahengiyê" de îro danê êvarê civîneke taybet li dar xist û tê de biryar da ku bi rengekî fermî razîbûna xwe li ser daxwaza Serok Mesûd Barzanî diyar bikin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê duhî (Yekşem, 29ê Adara 2026ê) got, “Aliyên di nav "Çarçoveya Hevahengiyê" de îro danê êvarê civîneke taybet li dar xist û tê de biryar da ku bi rengekî fermî razîbûna xwe li ser daxwaza Serok Mesûd Barzanî diyar bikin, ku derfetê bidin aliyan da ku bigihîjin lihevkirinê.”
Peyamnêrê Kurdistan24ê herwesa got, “Di wê civînê de biryar hat dayîn ku ji bo heyama 10 rojan demê bidin aliyên Kurdî û Şîeyan da ku berbijarên xwe ji bo postên serokwezîr û serokkomar destnîşan bikin, di vê navberê de jî pirsa hilbijartina wan her du postan tevlî karnameya rûniştinên Parlametoya Iraqê nayê kirin.”
Ev biryara Çarçoveya Hevahengiyê piştî pêşengiya Serok Barzanî hat dayîn, ku bang li aliyên Sune û Şîeyan kiribû ku ji bo lidarxistina diyalogeke cidî jivanek bê destnîşankirin, da ku berbijarên postên serokkomar û serokwezîr diyar bikin û ji rewşa siyasî ya li welat derbaz bibin.