Parlamentoya Iraqê roja civîna hilbijartina Serokkomarê Iraqê destnîşan kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Parlamentoya Iraqê civîneke berfireh bi serokên fraksiyonan re li dar xist û çend mijarên girîng pê re nîqaş kirin, li rêza yekê jî destnîşankirina rojekê ji bo hilbijartina Serokkomarê Iraqê û bidawîanîna rewşa siyasî ya aloz bû.
Serokatiya Parlamentoya Iraqê biryar da ku roja Şemiyê, 11ê Nîsanê, ji bo lidarxistina rûniştina hilbijartina serokomarê nû bê destnîşankirin. Ev biryar piştî derbazbûna demeke dirêj ji daxistina siyasî û têkçûna dezgehên destûrî hat dayîn.
Di çarçoveya wê civînê de, çend mijarên girîng ên têkildarî xebata parlamentoyê hatin nîqaşkirin, di nav de nîqaşkirina qanûnên girîng ên ku biryar e di rûniştinên bê de tevlî bernameya kar bên kirin, herwesa avêtina pêngavan ji bo temamkirina dengdana li ser endamên komîteyên herdemî yên encûmenê ji bo rêkxistina karên çavdêriya parlamentoyê.
Serokatiyê Parlamentoya Iraqê tekez li ser pêdivîtiya nehêlana krîzê kir û bang li serokên fraksiyonan û desteyên siyasî kir ku, "berpirsiyariya xwe ya dîrokî û destûrî rakin da ku mafan bicîh bînin û hikûmeteke bihêz ava bikin, ku bikare li hember dijwarîyên ewlehî û aborî yên ku welat tê re derbaz dibe raweste."
Ev jî di demekê de ye ku, Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê duhî (Yekşem, 29ê Adara 2026ê) got, “Aliyên di nav "Çarçoveya Hevahengiyê" de îro danê êvarê civîneke taybet li dar xist û tê de biryar da ku bi rengekî fermî razîbûna xwe li ser daxwaza Serok Mesûd Barzanî diyar bikin, ku derfetê bidin aliyan da ku bigihîjin lihevkirinê.”
Peyamnêrê Kurdistan24ê herwesa got, “Di wê civînê de biryar hat dayîn ku ji bo heyama 10 rojan demê bidin aliyên Kurdî û Şîeyan da ku berbijarên xwe ji bo postên serokwezîr û serokkomar destnîşan bikin, di vê navberê de jî pirsa hilbijartina wan her du postan tevlî karnameya rûniştinên Parlametoya Iraqê nayê kirin.”
Ev biryara Çarçoveya Hevahengiyê piştî pêşengiya Serok Barzanî hat dayîn, ku bang li aliyên Sune û Şîeyan kiribû ku ji bo lidarxistina diyalogeke cidî jivanek bê destnîşankirin, da ku berbijarên postên serokkomar û serokwezîr diyar bikin û ji rewşa siyasî ya li welat derbaz bibin.