Artêşa Îsraîlê: 4 leşkerên me li başûrê Libnanê hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê îro 31ê Adarê ragihand, di encama şer û pevçûnên li başûrê Libnanê de, 4 leşkerên wan hatine kuştin.
Bi kuştina van leşkeran re, hejmara giştî ya leşkerên Îsraîlê yên ku ji destpêka gera nû ya pevçûnên ligel Hizbullahê (ji 2ê Adarê ve) hatine kuştin, gihîşt 10 kesan.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat diyarkirin, sê ji wan leşkerên hatine kuştin endamên heman tabûrê ne. Artêşê navên sê leşkeran eşkere kir, lê navê leşkerê çarem hîn nehatiye belavkirin.
Artêşê herwiha da zanîn ku di heman şerî de, leşkerekî wan bi giranî birîndar bûye. Hat gotin ku leşkerekî yedek jî bi sivikî birîndar bûye û ji bo dermankirinê hatine veguhestin.