Serokkomarê Iraqê û şandeya PDKê tekezî li ser xurtkirina peywendiyên Bexda û Hewlêrê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Îraqê Letîf Cemal Reşîd li Koşka Selamê ya li Bexdayê, pêşwazî li şandeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir.
Di civînê de, mijarên herî girîng ên siyasî û niştimanî hatin gotûbêjkirin. Serokkomarê Iraqê tekezî li ser girîngiya berdewambûna hevtêgehiştin û hevahengiya navbera aliyên siyasî kir, bi mebesta çareserkirina kêşeyên hilawistî û piştgirîkirina proseya siyasî bi rêya diyaloga avaker û hevbeşiya niştimanî.
Herwiha Serokkomarê Iraqê bal kişand ser pêwîstiya berfirehkirina çarçoveya hevkariyê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, bi şêweyekî ku li ser bingeha destûrê be û hevsengiya di birêvebirina dosyeyên hevbeş de biparêze.
Di beşeke din a hevdîtinê de, behsa pêşhatên navçeyê û bandora wan li ser Iraqê hat kirin. Her du alî hevnêrîn bûn li ser peyrewkirina siyaseteke hevseng ku berjewendiyên welat biparêze û ewlehî û aramiya Iraqê di nav dijwariyan de biparêze.