Trump: Rêberê nû yê Îranê daxwaza agirbestê kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê şertê welatê xwe ji bo pejirandina agirbesta bi Îranê re eşkere kir û gefa wêrankirina bi temamî ya wî welatî xwar, heke Tengava Hurmizê ji bo hatinûçûna keştiyan neyê vekirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Çarşemem, 1ê Nîsana 2026ê) li ser tora civakî ya "Truth Social"ê peyamek weşand û ragihand, "Serokê nû yê rejîma Îranê (Rêberê nû, Mucteba Xaminêyî) li gorî serokên beriya xwe gelek zîrektir e û kêmtir tundrê ye; her niha daxwaza agirbestê ji Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê kir."
Serokê Amerîkayê ron jî kir ku, ew tenê di yek demê de li ser daxwaza Îranê difikirin, ew jî vekirina Tengava Hurmizê ye bi rengekî azad û bê arêşe.
Trump di dawiya peyama xwe de gefeke tund li Tehranê xwar û anî ziman, “Heta Tengava Hurmizê neyê vekirin, êrîşên wan li ser Îranê dê berdewam bin û dê wê bi temamî wêran bikin, an jî dê vegerînin serdema kevirîn.
Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.
Îranê herwesa Tengava Hurmizê jî girtiye, ku bandoreke mezin li ser bazara enerjiyê û aboriya cîhanê kiriye. Serokê Amerîkayê Donald Trump pêştir jî 48 saet wekî destûrî dabûn Îranê da ku Tengava Hurmizê vekiriba lê hîn jî ew tengav girtî maye û ev nûtirîn peyama Trump e li ser wê mijarê.