Emar Hekîm: Diyalog yekane rêya çareserkirina hemî arêşeyên hilawîstî ye

Fazil Mîranî û Emar Hekîm
Fazil Mîranî û Emar Hekîm

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî got ku, bi rêya diyalogê mimkin e hemî qebxwazî û arêşeyên siyasî bên çareserkirin lê bi wî şertî ku îradeyeke cidî hebe.

Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî îro (Çarşem, 1ê Nîsana 2026ê) belav kir ku, Serokê wê tevgerê Emar Hekîm pêşwazî li şandeyeke pilebilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Fazil Mîranî kir.

Di wê civînê de, pêşhatên qada siyasî ya Iraqê, deverê û rêyên yekalîkirina mafên destûrî hatin nîqaşkirin.

Li gorî wê daxuyaniyê, Emar Hekîm amaje bi wê yekê jî kiriye ku Iraqê di warê pêkanîna tenahiyê de qonaxeke giring biriye û divê bê parastin.

Herwesa daxwaz ji aliyên Kurdî jî kir ku, li ser berbijarekî hevpişk ji bo posta Serokkomar li hev bikin, ji ber ku ev yek karê aliyên siyasî yên din jî hêsan dike.

Emar Hekîm di pareke din a axaftina xwe de tekez li ser pêdivîtiya rawestandina şer û vegerandina aramiyê ji bo deverê jî kir û ragihand, “Diyalog dikare hemî arêşeyên hilawîstî çareser bike, bi wî şertî ku îrade û cidîtî li cem aliyên peywendîdar hebe.”

Serokwezîrê Iraqê jî her îro bi şandeyeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Fazil Mîranî re civiya û her du aliyan tekez li ser giringiya berdewamiya şêwirînê ji bo yekalîkirina mafên destûrî kir.