Reuters: Trump amade ye bi şertê vekirina Tengava Hurmizê agirbestê ragihîne
Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa Reutersê belav kir ku, Serokê Amerîkayê cîgirê xwe erkdar kiriye ku amadebûna Waşintonê ji bo agirbestê nîşan bide, lê bi wî şertî ku daxwazên Amerîkayê bên bicihanîn û berî hemiyan jî Tengava Hurmizê bê vekirin.
Ajansa Reutersê ya Nûçeyan îro (Çarşem, 1ê Nîsana 2026ê) belav kir ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump cîgirê xwe J.D. Vance erkdar kiriye ku, ji navbeynkaran re ragihîne ku Waşinton ji bo agirbestê amade ye, bi wî şertî ku Tehran daxwazên Amerîkayê bi cih bîne, ku ya herî girîng vekirina Tengava Hurmizê ye.
Çavkaniyekê ji wê ajansê re ragihandiye ku, J.D. Vance duhî (Sêşem, 31ê Adara 2026ê) bi navbeynkaran re axivîbû û peyama Trump gihandibû wan ku tê de hişyarî dabû wan ku, eger Tehran li ser wê lihevkirinê razî nebe, dê zêdetir zextê bixe ser wan.
Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin û kurê wî Mucteba Xamineyî li cihê wî hat destnîşankirin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.
Îranê herwesa Tengava Hurmizê jî girtiye, ku bandoreke mezin li ser bazara enerjiyê û aboriya cîhanê kiriye. Serokê Amerîkayê Donald Trump pêştir jî 48 saet wekî destûrî dabûn Îranê da ku Tengava Hurmizê vekiriba lê hîn jî ew tengav girtî maye û ev nûtirîn peyama Trump e li ser wê mijarê.