Cejna Akîto li Rojavayê Kurdistanê hat pîrozkirin: 'Em naskirina destûrî dixwazin'

Qamişlo (K24) – Pêkhateyên Krîstiyan (Siryan, Aşûrî û Kildan) li Rojavayê Kurdistanê, sersala xwe ya neteweyî Akîto bi şahiyên cemawerî pîroz kirin. Di şahiyan de ligel nîşandana çanda kevnar, daxwazên siyasî û destûrî jî hatin ziman.

Bi sedan Krîstiyan roja 1ê Nîsanê li gundewarê bajarê Qamişlo yê kom bûn, da ku Cejna Akîto (Sersala Babîlî-Aşûrî) pîroz bikin. Beşdarên şahiyê bi kincên xwe yên folklorî, bi mûzîk û dîlanên taybet, ev cejna ku dîroka wê zêdetirî 5 hezar salan e, bi coşeke mezin pêşwazî kirin.

Serokê Partiya Yekîtiya Siryanî Sanharîb Bersom di şahiyê de bal kişand ser rewşa siyasî ya pêkhateya xwe û daxwaza naskirina mafên wan di destûra nû ya Sûriyeyê de kir. 

Bersom ji Kurdistan24ê re got: "Heta niha li Sûriyeyê mafên neteweyî, nasname û zimanê gelê me yê Siryanî-Aşûrî nehatine naskirin. Peyama me ev e ku divê di destûra pêşerojê ya Sûriyeyê de ev cejn û hemû mafên me yên neteweyî bi rengekî fermî werin mîsogerkirin."

Welatiyê bi navê Fadî Selîba jî diyar kir, ew di vê rojê de tabloyên folklorî yên Siryanî û Aşûrî pêşkêş dikin. Selîba got, her sal ew amadekariyên taybet dikin, da ku mîrateya xwe ya hunerî û dîrokî nîşanî her kesî bidin.

Ji aliyê xwe ve, welatiya bi navê Sebah Şabo bal kişand ser sembola vê cejnê û got ku Akîto ji bo wan nîşana nûbûn û jiyanê ye. Şabo wiha axivî:
"Ev cejn ji bo me hem sembola hebûn û dîrokê ye, hem jî peyameke aştî û aramiyê ye li seranserê herêmê. Em hêvî dikin ku piştî salên şer, ev sersal bibe hinceta aştiyê ji bo hemû gelên Sûriyeyê."

Cejna Akîto ku wekî sersala herî kevn a cîhanê tê naskirin, li Rojavayê Kurdistanê bi navê "Meşa Binevşî" jî tê binavkirin û salane di 1ê Nîsanê de bi beşdariya aliyên siyasî û şêniyên herêmê tê pîrozkirin.