Heşda Şeibî: Li Neynewayê du êrîşên asmanî li dijî me hatin kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Heşda Şeibî ragihand, foca wan a serbazî li parêzgeha Neynewayê rûbirûyî du êrîşên asmanî bûye. Heşda Şeibî ev êrîş wekî "destdirêjiya Îsraîlî û Amerîkî" pênase kir.

Desteya Heşda Şeibî îro 2ê Nîsanê di daxuyaniyekê de ragihand, baregehên wan ên li parêzgeha Neynewayê bûne armanca firokeyên şer. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Foca 4an a Lîwaya 14an, ku girêdayî Fermandariya Operasyonên Neynewayê ye, di nava kêmtirî 24 saetan de du caran hatiye bombebarankirin.

Li gorî daxuyaniya Heşda Şeibî, êrîşa yekem duh saet di 19:50î de hatiye kirin. Êrîşa duyem jî, îro saet di 05:20î de, heman cih hatiye armanckirin.

Heşda Şeibî di daxuyaniya xwe de tekez kir, ev êrîş di çarçoveya "zîncîre êrîşên berdewam ên li ser baregehên wan" de ne. Hat ragihand ku di encama her du bombebaranan de, ti ziyanên canî çênebûne û tenê ziyanên madî gihîştine baregehê.