Guterres: Divê Amerîka û Îsraîl tavilê şer rawestînin
Navenda Nûçeyan (K24) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî, bi merama geriyana li pey çareseriya siyasî, şandina nûnerê xwe yê taybet ji bo Rojhilata Navîn ragihand. Tekez jî kir ku, bidawîhatina hevrikiyan bi biryara wêrekane ya serkirdeyan ve ji bo hilbijartina rêya aştiyê girêdayî ye.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî António Guterres îro (Pêncşem, 2ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyeke rojnamevanî de amaje bi wê yekê da ku, divê Amerîka û Îsraîl yekser û bêyî paşketin şer rawestînin.
António Guterres herwesa got ku, qeyrana Rojhilata Navîn ketiye meha xwe ya duyê û dever rûbirûyî pêleke bêwêne ya janên mirovî û wêrankirinê bûye.
Navbirî tekez jî kir ku, bizavên dîplomasî ji bo sivikkirina rewşê berdewam in û divê ye ew bizav di çarçoveya peymannameya Neteweyên Yekgirtî û qanûnên navneteweyî de bên piştgirîkirin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî herwesa got, "Divê rêz li serweriya welatan bê girtin, sivîl û jêrxane bên parastin û azadiya keştiyvaniyê bê misogerkirin."
Guterres di derheqa aloziyên deverên avî de jî hişyarî da ku, "Xeniqandina keştiyvaniyê di Tengava Hurmizê de gefê li lawaztirîn texên cîhanê dike û dibe sedema bilindbûna nirxê xwarin û enerjiyê." Di vê çarçoveyê de ragihand ku, wî nûnerê xwe yê taybet "Jean Arnault" ji bo piştgirîkirina bizavên dîplomasî şandiye deverê.
Navbirî daxwaz ji Komara Îslamî ya Îranê jî kir ku, êrîşkirina li ser cîranên xwe rawestîne û rêzê li azadiya hatinûçûnê di rêyên avî yên hestyar de bigire.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî tekez jî kir ku, "Hevrikî bi awayekî xwekar bidawî nayên, belkî bi biryara serkirdeyan dibe; bijardeya aştiyê hîna li ber dest e û divê niha ew biryar bê dan."